Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanên îranî] de;

1. zimanên îranî beşek ji zimanên hînd-ewropî ne. 86 zimanên îranî hene û yên herî pir tên peyivîn farsî, kurdî, belûçî û peştû ne. ciyê zana zimanên îranî wek bakurrojavaya rûsyayê (ji qefqasyayê jor de û nêzîkî Qazaxistanê) tê zanîn û niha ji zimanîn îranî tenê zimanê osetî nêzîkî wir maye. hozên îranî ji wir berev bêrma qezwînê û îrana niha daketine. lê piştî koçên hozên tirk ên berev anatolyayê, îranî ji rojhilata bêrma qezwînê (qazaxistan û tirkmenistana îro) derketine û li rojavaya wê jî pir hindik mane.

zimanê proto-îranî yanî zimanê ku dema hemû gelên îranî yek bûn dipeyivîn 2000 sal berî zanê jev veqetiyane û bi sê beşan lêk ve bûne. zimanên îranî yên rojhilatî, zimanên îranî yên rojavayî û zimanên îranî yên navendî (avêsta). zimanên îranî yên rojhilatî bi du beşan lêk ve bûne, başûrrojhilatî (peştû) û bakurrojhilatî (osetî). zimanên îranî yên rojavayî jî bi du beşan lêk ve bûne, başûrrojavayî (farsî) û bakurrojavayî (kurdî).

Here lînkê



22.05.2021 22:26 | keyomerd