Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wisa] de;

1. ji ew+san hatiye. san hevreha pehlewî san (awa, şêwe) ye. herwiha peyva "kusan/kusa" jî ji ku+san hatiye. ji bo şêwesaziya peyvê bidin ber "çawa" ku ji çi+awa hatiye. ji bo guherîna ew/wi bidin ber "ewqas" ku li hin deveran bûye "wiqas/weqas(jixwe wisa jî li hin deveran wesa ye)". wendabûna n-ya dawiyê diyardeyeke gelek berbelav e. gelek devok qertafa pirjimariyê -ên wek -ê dibêjin û min wek mi dibêjin.

wekî din bi vî awayî diviya ji ev+san "visa" jî hebûya. wek tirkî öyle û böyle. lê em nizanin çima çênebûye.

hevwateyên wê wilo, wiha, werê, wa, wer û hwd ne ji vî rehî ne lê hevşibîna wan balkêş e.



23.05.2021 18:40 | keyomerd