Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [-îş] de;

1. paşbendika ku ji lêkeran navdêr çêdike. di zazakî farsî û tirkî de heye, di kurmancî û soranî de tenê di çend peyvan de mane (perestîş, sparîş, asayîş, nimayîş, azmayîş, werzîş). ji bo farsî û zazakî wîkîferheng dibêje ev paşbendik îranî ye lê ji bo ya tirkî tiştek tune ye. ne di çavkaniyên tirkî ne yên kurdî de min tiştek nedît. nikarim teqez bipeyivim lê qey ji farsî wergirtine.

ger ev paşbendik di kurmancî de hebûya (bi awayekî berbelav hebûya) me dê wisa bigotaya: hatîş û çûyîş du seet e, guhdarkirîşa vê stranê xweş e, ajoyîşa vê erebeyê rehet e û hwd. hinekî ecêb xuya dike lê ji bo alozî dernekeve carna bikelk e. xwezî celadet bedirxanî çawa -bar tev li zimanê me kiriye ev jî di zimanî de berbelavtir bikiraya :d

min got ev paşbendik ji lêkeran navdêr çêdike lê awarteyek heye. werzîş ji werzê tê û ew jî navdêr e.



26.05.2021 11:28 | keyomerd