Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bibêje ez bedew im] de;

1. dema yek ji mere ře tiştekî bixwaze tê gotin. bi řastî ez tê negehiştim mebesta vê gotinê çi ye, bi henekî tê gotin û ti wateyê nadêre. wek gotineka xeydê xuya dike lê kesê ku vê gotinê dibêje bi gelemperî daxwaza yê/ya din pêk tîne. bo nimûne yek diçe markêtê û hevalê wî jî dibêje ji min ře jî nizanim çi bîne, ew jî dibêje bibêje ez bedew im. herweha "çi bedew e" jî heye. eve ne bi henekî ye û bixeyd tê gotin. dema kesek tiştekî nebûyî? bixwaze yan bike kesê/a din jî bixeyd dibêje "çi bedew e", "çi xwe naêşîne". peyva bedewê li ba me bi wateya xwe ya řesen hîç tune ye, hew di van gotinan de maye.



11.01.2022 11:20 | keyomerd