Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di vê navberê de] de;

5. min di wîkîferhengê de ji bo wê peyvek dît: "û pa"
gelek kêfa min jê re hat û pir kin e loma jî kêrhatî ye *

bawer dikim li duhokê bi kar tê çimkî mînaka ku wîkîferhengê daye wisa ye: Ez dê bu te wê pirtûkê înm, û pa te zanî biraye Ahmedî yê mirî.

jê pê ve ez ê evê bi kar bînim xwedayo min pir jê hez kir dikarim her roj bibêjim û pa û pa û pa û pa û pa û pa *



23.12.2020 23:37 | keyomerd

4. hemû kurdînûs dibêjin vê navberê, ez jî ji bêçaretiyê bi kar tînim lê hîç ne dirust e. rasterast wergera tirkî ye. bi soranî dibêjin "şitêkî tirîş" û "legel eweşda", divê em ji vana yekê wergerînin kurmancî û bi kar bînin, bi min ev dirusttir e, an jî divê zimanzan lê hûr bibin û tiştekî bibînin. heman kêşe di peyva neyseyê de jî heye. heta em rasterast wê bi kar tînin, ez jî bi kar tînim lê ez çi bikim tiştekî din tune ye. ez jê pir aciz dibim. kesin dibêjin "çi be" lê ev jî rasterast werger e.



22.12.2020 17:22 | keyomerd