Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [derew] de;

12. Peyva ku hevalek minî berê anîye li ber çavên min. Wan çaxa di nav sofîka de me û em 6 keçik di xûrfkê de dimînin. Hemu ji min re qencin û ji min mezintir in nexasim, ez jî li ber wan bi rûmet im qedrê wan digirim. Ev havala ku ez qala wê dikim keçikek Mêrdînî ye bes ne Kurmanc e, Mehelmî ye. Di nav me de ez û ewa ha, em ne nixûmandî ne lê malbata keçikê sofîk in. îca, kêfa herkesî jê re nedihat lê li ber dilê min gelekî şêrîn bû. Yeka henekvan, sersar, xweşik, wêrek û derewîn bû. Carnan derewê wilo dikir ku tu kes pê nedihesîya ku derew in. Derewên gelekî rêsen û bêhempa dikir ku tu kes şik nedibir. Meriv digot kes li ser tiştekî wilo jî derewa nake lê carnan gava ez pê re diaxivîm ji min re rastîyetê digot. Wê demê, ez mat dimam. Ji ber ku min bawer dikir ku gava yek derewa bike, mebestek wî yî pragmatîst heye. Ji bo xwe ji rewşek xelas bike yan ji bo dilê kesî nemîne... Lê li ba hevala min, ne wilo bû em hema derewa dikir lê gelemperî kêrî wê nedihat bes me ji kena difetisand.
Nîşe:
Ev îsal çend sal ne min ew dîtîye, şopa wê jî hunda kirîye. Ger rojkê nigê wê an havalek wê bişemite û bikeve tirşika me , bila ji min re peyama bişîne. Min zaf bêrîya wê kirîye.......



24.08.2021 18:09 ~18:12 | pîroz