Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bernameyên ku tirşikvan dişopînin] de;

18. Bernama yadê ye.
Di van rojan de bi temaşe kirina wê, wextê xwe yî jibermayî dibihirînim.
Li ser radyoya orkêş fm tê weşandin. Bername hevpeyvîna di navbera pêşkêşvanek jin û dayikek Amûdî pêk tê. Li ser ked, têkoşîn û serpêhatîyên dayikên li amûdê dijîn disekine.Her xelek dayikek nû bi cil û bergên xwe yî Kurmancî dibe bêşdarê bernamê. Ji ber vê yekê gava lê dinerim, bêhna min derdikeve.





26.04.2021 05:12 | pîroz

16. Bi demekê li ser waar tv min kabanî dişopand. Bernameyek xweş e, pijandina xwarinên dîrokî û herêmî pêşkêş dikin. her bêş li gundeke cûda de derbas dibe û dibin mêvanê malekê. Kevanî/kabanîya wê malê xwarinên navdar ên herêmî çêdike û ber lê jî civata xwe digirin.
lînk:



Jêrnivîs:
Ev bername li ber dilê min wek zêr e divê pîrekên wek min ên ciwan, serê xwe wek belgedankê li ser çand û zimên dagirin û zarokên xwe jî bi avayî rakin.



26.03.2021 16:32 ~16:37 | pîroz