Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ketina cilan] de;

13. ketina wê derdek e, neketina wê derdek mezintir e. Dema li ser wextê we dikeve: Nava we diwerime, bêhna we teng dibe, rehnên we we diêşe jixwe dema ko hûn dikevênê jî ji qolincên dijwar hûn nikarin rabin li ser xwe. Wek ko yek lepê xwe avêtîye nava we û têde çi hebi xeritandîye heta ku sotek ewqas xerab li pey xwe dihêle.
Lê min ji deverkê xwendibû û ji ber ko min jî ceribandye dikarim ji hevalên pîrek re bêjim ,dema hûn ketinê dimsê germ vexwin û bi taybetî nigên xwe û newqa xwe binixûmînin çi havîn be çi zivistan be. Wekî din ji bo ku cilketina we bikevi rêzê û êşa we sivik bibe; divê hûn li ber xwarinê brokolîyên kelandî bixwin.( min fêda wê dîtîye.) heta 21 rojan an jî mehek sereqet a min bikin hûnê ji min re dûe bikin.



30.06.2021 12:53 | pîroz