Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji sala 2050ê re peyama min] de;

6. Min ji bo sala 50an ji te re 2 cûre paşerojên pêkan ecibandîye pîrozê, lê kîjan be ez ji te her razî bûm û bawerim tu gelekî hewl daye da ku tu gihaye wan rojan:

1- Te dibînim, tu ketîye xewek şêrîn û giran, li kêleka bavê xwe... Li ser tirba te kulîlkên zer bişkivîne, navê te di nav stranên şoreşgerî derbas dibe, xwişkên û birayên te, qala te li zarokê xwe dikin... Tu dibe serlehengên çîrokên şevê ji bo birazî û xwarzîyên xwe...

2- Pirsa ku bi tenê tu dikarîbû bersivek jê re peyde bike, bêencam nemaye. Te gelek tişt pev xistîye ji bo netewa xwe. ji bo zarokên xwe û ên gelê xwe paşerojek bedew amade kirîye. Renasko jî li ser şopa te ye, wek yadê xebatkar û netewperwer e.

Nîşe: ger tu bibe sedema hebûna wê/wî heta ji te hat dev jî wî/wê neqer. Tu bi xwe jî baş dizani ku tenêbûn, bêxwedîbûn zor zehmet e...
Dîsa spas ku tu li ser soza xwe ma ye û tu vî welatî terikandîye.



14.08.2021 01:20 ~01:31 | pîroz