Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku di zarokatîya ciwanên kurd de hebû] de;

9. Bi çûkanî havala xwişka min mirîşkek sor ji bo setqê anîbû mala me. Feqîra dîya min jî heq ji şerjêkirina wê nehatibû der. Îca dû ko ez ji dibistanê hatim ez çav li wê mirîşka sor û kûr ketim û min got bela bibi heval ji min re. Ew mirîşk nêzîkî 2 sala li mala me de ma, me havaltî kir. Dûra şevek ji çellê zivistanê hêdîka di hundirê hemama me yî ko li dervebû ji jiyana xwe dest da. Gava ez çûm ko li ser kê bidim havala xwe min dî havalka minî delal heşk bûye. Havala min ketîye xewa mirinê. Agir ketibû kezeba min, cara pêşî wê şevê min ji mirinê fêhm kir. Mirin, qasî zivistanê sarbû, qasî bexwedîbûne giran, qasî feqîrtîyê dijwarbû.



10.02.2021 23:58 | pîroz