Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zepkirina kevokan] de;

1. Ev îro 5-6 meh cotek kevok xwe avêtîye şaneşîna me û her car 2 hêka çêdikin û berî çêçikên wan bikevin firê, cotek hekê din datînin. (bnr: ajalên jêhatî)
Lê hevalno, pirsgirêk ne ewe ku ez dixwazim berdim van çuka, li ser her 2 çavên min in,kêfa min gelek ji wan re tê.
Lê ev îro 2-3 roj, kevoka nêr nigê xwe dikişand heta zikê xwe min fêhm kir ku hewala wî heye. Dûra min xiyala xwe avêt ser û min dît zir lepek por/mû gerîyaye nigê wî û nig werimîye. Dixwazim wî ji wan mûya xelas bikim lê her ku diçim nêzî wî bi min dihese û difire.
Hevalno, derdora me tije pisîk û kûçik in. Her ku ev çûkê reben diçe nêçîrê ji bo çêçikan ziravê min diqete, tirisim ku bibe firavîna heywanetekî. Ditirsim ku çêçikên wî sêwî bimînin.Ji xwe dîya çêçika hêkên nuh danîye û nikari bi çêçikê xwe xwedî bike. Ji ber vê min xwe avêt hawara we. Ger şîretek, rêyek hebe ji min re bêjin ez vî çûkî zep bikim û ji derdê wî xelas bikim.
(bnr: bela çêçik sêwî nemînin!)
(bnr: Çi guneh in,law!)



2021.07.22-15:34 ~15:44]| pîroz