Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [anne boleyn] de;

1. Keybanûya Ingilîstanê ye. Dibe dîya Elîzabeth a yekem û jina duyem a keyayê Ingilîstanê Henry Tudor.
Jina ku Henry ji bo ku pê re bizewice zewaca xwe yî bi jinbira xwe re bibû betal dike û bawerîya xwe yî Katolîk li ser dike. Paşê ji bo zewaca wî bê pejirandin dêra Angilîkanê dadimezrîne û Anne Boleyn dike û ew ji xwe dike keybanûya welêt.
Dema bi Anne re dizewice, Anne bi Elîzabeth ê avis e. Zewaca wan qederê 3 salan didome. Dema hevjinê hev bûn, Henry dil dikevi Jane Seymour û ji bo pê re bizewice bêbextîyan li Anne û birayê wê dike û fermana serjêkirina Anne dide.

Ji ber ku Anne Boleyn di ciwantîya xwe li Qesra Frensa hevaltîya çend keybanûyan dike û li wir fêrî ziman, çand û nûjenîyên Frensî dibe; dema fermana wê ji alîyê mêrê wê tê ragihandin dixwazi ku kuştina wê ji alîyê kujerek Frensî be. Dilê wê nahêlin vê daxwazê tînin cîh û yekî Frensî ji bo serê wê qût bike tînin.

Here lînkê



08.08.2021 19:00 ~19:01 | pîroz