Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qursikên şêrîn] de;

1. Qursik, hevîrên tirşkirî yên ku di nav zeyta sor tê qelandin. Pişt re ko qetra hebe dikeve nav qetra û dibe şêranîya klasîk a zaroktîya me. Lê divê hevîrê qursikên me piçekî rehn bi da ku zêde rûn li xwe negiri û xweşik biqele, hevîrokî nemîne.

Wekî din, çandek gelekî navûdeng di nav xelkên Izmîrê (ên Tirk) heye ku piştî ku nasek wan dimire qursikên şêrîn li ser rihê wî kesî derdixin û belav dikin.
Çêkirina wan ji alîyê şîrketan û hosteyên dibe, xwedîyê şîrketê pêşîka, seyyara xwe datîne li ser qadek çalak ku gelek kes li ser derbas dibe, paşê hostên wan mekînên xwe saz dikin û dest bi çêkirinê dikin. Dûra kesên ku li ser rê li wan rast tên ji xwe re çend sênîyan qursik radijin û elhamdukê li ser rihê mirîyên hemu misilmanan û xwedîyê xêrê dixwînin...

(bnr: qursik)



09.08.2021 21:10 ~21:13 | pîroz