Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berçavk] de;

2. Ji ber rewşa mîyop-astîgmatbûnê ji 14 salîya xwe ve bikar tînim. Gava ku cara pêşî çûbûm li ber optîkfiroşê çarçoveyek di wan dema gelekî trend û bûha min bi zorê dîya xwe dabû kirîn. A dîn rojê dema ez çûm dibistanê ku forsa xwe bavêjim, li ser rê yekî dînik bela xwe li min xist û ez di nîvê kolanê de hetikandim. Lawik gotibû "ê leqê, berçavka pîrka min dizîye eva ha!"
Dû vê şitexalîyê hengî li ber xwe ketim serçavên min sor bibû.
Min ew berçavk qederê 6 salan bênavber bikar anî, nihaka jî bi tenê dema karê xwendinê dikim bikar tînim. Ji ber vê wextê ku derdikevim derve bi xwe re nagerînim ji loma herkesî wek xiyalan dibînim.



16.08.2021 16:22 ~16:23 | pîroz