Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevaltiya bi bavê xwe re] de;

7. Çi ap çi amojin, ne merivên me hiştin ne jî xelkê hiştin ku camêr me xwedî bike, li mala xwe bihewe û gepek nên bîne.
Axirê, îro zarê apên me wek ku henekên xwe li me dikin dibêjin" filankeso apê me bû lê ji bo me ji bav qedirtir bû, me ewqas ji hev hez dikir."
Ma, law jixwe gava sax bû dev ji xwedîkirinê berdin we nedihişt ku li me jî bipirse û bi me re biaxive, çavên we wilo bar nedibû. Vê talîyê mirîye, camêr ketîye li bin erdê hîn jî hûn nahêlin ku em li ser biqeherin, wek ku dibêjin jixwe ne li cem we bû, heqê te tunneye li ser bigrî.
Nîşe:
Yabo, rehm ji kîsî xwedê ye, ez dizanim. Bes, te wilo xwe ji ber me da alî û te kir ku em tim stuyê xwe bitewînin, devê xwe li ber xelqê xwar bikin li kolanan bimînin, bikevin xanîyê ku ker tê de narûnê, xwedîyên xênîyên serxweş, mitirb, sofîkên xwedênenas, tirkên qûnbigu, Kurmancên doxînsist ku çav berdidan zarên te. Te nikarim biborînim, ez qûrban yan ji qewla te ez xûlam..



18.08.2021 18:22 | pîroz