Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [a song of ice and fire vs lord of the rings] de;

2. Lotr bi kurdî mîrê gulîskan pêşengîya hemû pirtûkên ji honaka fantastîk e lê heta min pirtuka rêza yekê -rêhevaltîya gulîskê- xelas kir gelekî aciz bûm. Dibê ku hemu sûncê fîlmê bû. Hengê rêzefîlm xweş çêkiribûn sebra min lê nehat ku hemû berhemên rêzpirtukê bixwînim.
Lê gava min dest bi xwendina the song of ice and fire ( Krd. Lîstîkên Textan: strana berf û êgir) kir hama bêjin di hundirê 2-3 mehan de min hemu pirtukên çapkirî bênavber qedand û jê tehmişkî bûm. Lê wê çaxê sebra min lê nehat ku wê rêzefîlma navûdenga temaşe bikim...
Nîşe:
Di rêzepirtukên gotê de efsaneyek heye ku kêfa min pir jê tê û dema ez dixwînim terzînoka dixe laşê min ji ber ku piçek dişibe efsaneya Kawa'yê hesinkar:
(bnr: azor ahai)



02.10.2021 19:40 | pîroz