Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bandora navên mirovan li ser derûnîya wan] de;

1. Ev îro dibe 4 rojên min li fûara 17 mîn a çandin û ajalvanîyê de dişûxilim. Zilamek ji fîrmaya ku ji bo wan dişûxûlim îro hat cem min û got:
"Law, ez dixwazim tiştekî ji te re bêjim" Dû ra hat xwe qenc nêzîkî min kir û axaftina xwe domand:
" Hayê te jê heye, nav giş xwedî enerjiyek in û her yek li ser derûnîya xwedîyê xwe bandor dike. Navê te jî heyran, navek ku bang li xemgînîyê dike. Nasek me hebû û navê te lê bû û bi rastî jî keçik piranî xemgîn bû, dû ra me jê re bernavek dît û ji dêlva navê wê me bernava wê bikar anî. Piştî demekê me dît ku keçik hat li ser xwe û nema wek berê xwe diqeherîne. Bi ya min bila ên malê ji te re bernavek xweş bibînin û wilo bang li te bikin da ku tu ji vê xemgînî yê xilas bibe..."

Nîşe:
Nizanim dibê ku xebera camêr bi û nav bi rastî jî yek ji wan tiştên bingehîn ku derûnîya meriv diguherîne, lê tiştê ku ez îro jê piştrast bûme ew e ku bira jî dixwazim navê xwe bigûherînim. Hama neguherînim jî navek din pê vekim.



05.02.2022 19:24 ~19:46 | pîroz