Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ma te jî di wextê xwe de ji kesî hez nekir] de;

1. Pirsa ku vê şevê pîrka min ji ca min pirsîye.
Weke her carî ca min îşev jî telefonê ji pîrka min vekir û ketin lihevpirsînê. Pîrka min qala fîlmeke Tirkan dikir ku jinika ku tê de dilîze bi ya wê dişibîya ca min. Di fîlmê de lêwik û keçik ji hev hez dikin lê ne yê hev in. Lêwik qey feqîr e û kûlîlkên difroşi û keçik jî dolmend û bajarî ye lê dil ketine hev . Îcar wek her fîlmên klasîk ev dilketina wan ne bi dilê xwedîyê keçikê ye . Îcar pîrka min ji nivşekê wê Pirsa xwe yî ecêb kir.
Pîrê: P
Dîya min:D
P: Keçê, ma tu jî di wextê xwe de ji kesî hez nekir?
D: Ma tu nihaka ji min dipirsi lê, sedeq ji te re piştî 6 zarokan?
P: Ma law, em jî nizanîbûn, me digot qey gava yek tê û mero dixwaze, ew kes yekî qenc be bes e. Lê îro piştî wê filmê min berî tu hat bîra min, min got weled law, belkî keçika min jî dilketibû yekî û nehat ji me re negot ji ber şerm û fedîyê. Me jî wê bi zorê xist stûyê filankeso...
D: Ma yadê tu dibê qey bi rastî jî filankeso yekî qenc û jêhatî ba ma xelkê ji me re dihiştin?
...



03.03.2023 01:43 | pîroz