Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

479. (bnr: destê betilî li ser zikê têr e.)
Gotina ku min îro ji devê pîrka xwe bihîstîye. Dema şîretan li ser xwendinê û pêdivîya pîrekan bi xwendinê kir şitexalîya xwe bi vê gotinê xilas kir.



05.04.2022 23:42 ~23:51 | pîroz

471. Qenc kirê xwe kirê, xirab kirê (dîsa) xwe kirê...



22.08.2021 01:07 | pîroz

468. "Rih dibe bost, dijmin nabe dost"

"Barê ketî, Xwedê li erdê nahêle"



28.07.2021 15:31 | pîroz

451. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand."
Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.



14.05.2021 14:51 | pîroz

448. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand."
Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.



23.02.2021 21:36 | pîroz