Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [game of thrones] de;

72. Gava li medresê sala dawî de bûm, Min hemû pirtûkên wê ên ku hatibûn nivîsandin xwendibû dûra qederê 4 salan bendî nivîskar mam (bnr: george r. r. martîn) ku doma wan bîne. Lê camêr dûv ko ji çîroksazîya rêzgeyê qiyametek pere rakir, êdî çavên wî hat girêdan û xwe gelekî giran kir. Talî min jî dev jê berda. Ji ber ku hem di nav çîrokê de hejmara lehengan gelek pir e û her yek xwedî dîrok û serborîyek kûr û dûr bû, min gelek tiştan ji bîr kiribû. Nihaka jî li xwe nabînim, dîsa ji serî dest bi xwendina wan bikim.
(bnr: tiştên ku dilê meriv ji jîyanê sar dikin)



15.07.2021 11:55 | pîroz