Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rodem

profîla "rodem"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji tirşikvanan pêşniyarên pirtûkên kurdî] de;

2. Ez ê ji we re 2 romanên Kurdî ji Jan Dost pêşniyar bikim. Her du jî balkêş û xweş in.

1.Mijabad: di vê romanê de bi giranî evinî heye,di salên 1940 an de diqewime. Kurdayetî heye,komara Mihabad heye,Qazî heye,Mele Mistefefa heye. Bi kurt û Kurmancî romaneke têr û tijî ye. Teqez bixwînin.

2.Mîrname: ev jî pirtûka Jan Dost e. Di pirtûkê de jiyana Ehmedê Xanî dinivîse. Şêwaza pirtûkê roman e lê hinek cuda ye. Di pirtûkê de Ehmedê Xanê qala xwe nake,kesên ku wî nas dikin qala wî dikin. Nêzî 10 kes qala wî dikin dor bi dor,û pirtûk heta dawî bi mereq û kelecanî dihê xwendin. Ew kesên ku qala wî dikin di pirtûkê de karakter in. Yek cînarê wî ye,yek meyxwirê gund e,yek dijminê wî ye. Filan û bêvan. Pirr balkêş û xweş e.



04.01.2021 13:40 | rodem