4. Jose Saramago di pirtûka xwe ya bi navê ‘Korîtî’yê de, bi metafora korbûnê têkiliya cehaletê û pirsgirêkên civakî nîşan dide. Pirtûk bi derketin û belavbûna şewba korîtiyê dest pê dike ku nivîskar mîna bibêje cehalet biperok (belavkar) e û kî çav li korekî dikeve ew jî kor dibe. Korên di romanê de berevajiyê nebînên jiyana rastî ne; ew tenê reş û spî dibînin. Nivîskar bi vê korîtiya spîbînê ve rewşa mirovê hemdem vedibêje yê di nav ew çend agahiyên felsefî, dîrokî, zanistî û teknîkî de nezaniyê dijî. Kesên bi şewba korîtiyê dikevin, ji hêla dewletê ve li cihekî tên komkirin. Çend kes li wir hebin, xwarin û av li gor hejmara wan tê dayîn lê piştî demekê kesek bi awayekî demançeyekê bi dest dixe û bi wê dest datîne ser xwarinan. Ew êdî dikare ji bo dayîna xwarinê mêr û jinan di xizmeta xwe de bixebitîne û jinan weke objeyên zayendî bi kar bîne. Bi metafora demançe û kesê ew bi dest xistiye, nivîskar têkiliya cehaleta bi tevger bûye ku jê her cure xirabiyê dertê û desthiladariyê nîşanî me dide. |
|
17.01.2021 22:48 |
asîmanê sêwî
|