Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ismet şerif vanlı] de;

1. Akademîsyenekî sala 1924 de li Sûriyê hatiye dinê û sala 2011 de li Lozana swîsrê da miriye. Eslê xwe de xelkê wanê ye, bavê wî li artêşê de sûbay bûye û dema ismet şerif hatiye dinê li sûriyê bûye. Îngîlizî, fransî, erebî û kurdî zanibûye. Li amerika, fransa û swîsrê beşên hiqûq û felsefe xwendiye, zaningeha cenevrê li ser beşa dîrokê master û zaningeha lozanê li ser beşa hiqûq de doktora kiriye paşê li beşa zanistên siyasî û civakî de bûye profesor. Navbera 1961 û 1975 de bûye berdevkê partiya demokratik a kurdistan (bnr: kdp) û alikariya serokê kdp ê mele mistefa barzanî kiriye. Sala 1999 da tev li avakirina komela netewey kurdistan (bnr: knk) bûye û yekem serokê vî komelê jî İsmet şerif vanlı hatiye hilbijartin. Sala 2011 de li mala xwe yî lozana swîsrê miriye, hez kiriye ku mezelê wî li amedê be lê ji ber ku welatiyê komara tirkiyeyê nebûye ew daxwaza wî nehatiye cih de. Mezelê wî niha lozanê li goristana boix-de-vaux da ye.



14.04.2022 10:10 ~14:58 | pêşewa