Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zozik group] de;

1. Holdingekî li başûr e. Yek ji şîrketên herî mezin li herêma kurdistanê ye. Xwedî û damezrênerê wê sidqî biradostî (kerîmxan) ye. Wek paşnavê wî jî diyar dibe ku ji eşîra bradostiyan e. Navbera bradostiyan û barzaniyan ji ber sedemên ku berê mayî nexweş e û ji ber wê jî kê hemberî barzaniyan sekinî be navbera wan xweş bûye (ynk, pkk, hwd.). Sidqî bradostî yek ji herî dewlemendên iraqê ye û hemwelatiya wî ji dya û tirkiye ra jî heye. Zozik group, gelek beşa da çalak e lê girîngbûna wê aliyê lojistîk da zêde ye. Centcom (fermandariya navendî ya emerîqayê) û Neteweyên yekbûyî (un) li rojhilata navîn de bi zozik company re kar dikin. Neteweyên yekbûyî çêkirina înşaatan (rê, bendav, coyên avê, dibistan, hwd.) Bi wan re pêk dîne. Çekên ku artêşa emeriqayê ji hêzên sûriya demokratîk (qsd) û ypg ra dişîne bi destê zozik company ji balafirgeha navnetewî ya hewlêrê heta qamişloyê tê kişandin.
Navenda şîrketê hewlêrê ye, xêncî wê li van 6 cihan de şûbeyên wan heye:
Washington DC, Dewletên yekbûyî yên amerîkayê

Düsseldorf, Almanya

stenbol, Tirkiye

Amman, Urdin

Dubaî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî

Hartum, Sudan
Malpera wan : Here lînkê



31.01.2023 09:54 ~10:23 | pêşewa