13. Stranbêjekî xwedî dengek gelek zîz e. Ji Bêgiriya Wanê ye. Çîroka xemgîn bûna dengê wî heye. spoilerê veke bejna zirav dihejîne Dilê xortan dişewitîne Ez mam li vê xerîbiyê Çavê min kesî nabîne Mirim mirim dayê mirim Mirim mirim bavo mirim Çavê reş û belek birin Çavê reş û belek birin Ez ê herim ji vê xerîbiyê Mirim ji destê bêwariyê Bîra dayîk û bavo dikim Ez ê herim ji vê xerîbiyê Leyla: vîdyoyê veke spoilerê veke Bejna zirav bilind e çavê belek çi rind e Dev û lêvê şekirê min re bû xem û derd e Leyla leyla layla leyla Leyla leyla Ez xort im ez tenê me Gul û darê eşqê me Natirsim bav û birê te ne ez Hemê Hacî me Leyla leyla layla leyla Leyla leyla Sazbend im ez bêwar im bi şev bi roj dinalim Ber hisn û cemala te pir digirîm dîn û jar im Leyla leyla layla leyla Leyla Leyla Dîlbera min: vîdyoyê veke spoilerê veke Sibê zû ye dîlbera min çû ser kanîyê Şe kiribû porê şil berda ser enîyê Dîlbera min ji xwe ra dikir gilî û gazincê Xazginî li mal rûniştin man li hêvîyê Wellehî nabe billeh qet nabe Ez çiqas dixazim dil qayîl nabe Wellehî nabe billeh qet nabe Ez çiqas hiz dikim dil qayîl nabe Hunê rabin gazî muftî û mela kin Keça ciwan ji mêrê kûtî ra nabe Hunê rabin gazî muftî û mela kin Keça rindik ji mêrê xirab ra nabe Sibe zû ye dîlbera min ji xwe ra dimile Serê xwe şûştibû gulîyê wê şil e Dane mêrê kûtî/xirab dilê wê bi kul e Dîlbera min digirî dergûş di mil e Leyla yar: vîdyoyê veke spoilerê veke min go heftê tê go heştê Quling firîyan xwe dan deştê Leyla yar Min xwestibû bavê neda ji cîgeram xwîna reş tê Leyla yar Leyla Leyla tu Leyla min î tu delaliya dilê min î Leyla yar Dinya alem tev dizane tu bermaliya mala min î Leyla yar Min dît Leyla wê jêrda tê bazinê zendê çiqas lê tê Leyla yar Ez bûm aşiq bav zulim kir jî cîgeram xwîna reş tê Leyla yar Leyla Leyla tu Leyla min î tu delaliya dilê min î Leyla yar Dinya alem tev dizane tu bermaliya mala min î Leyla yar Lê Hemê hacî, ji van stranan gelek zêdetir e. Xeynî van stranan gelek stranên gelêrî, dengbêjî, yên ku bixwe nivîsî, yê welatparêzî û stranên wî yê civakî jî hene. Tenê albûma da 82 stranên wî heye. Xebatên wî yê herî girîng gorî min stranê gelêrî ne. Wek; kanîlkê, laçî, nêrgîz, serê malan, porê delala min sor e, ji êvarda, xanûman, çît lê lê... Hwd. Stranên welatperest; meşa azadiyê, berxê Çavreş, dê lêxin... hwd. Jî gorî wî zemanî girîng e (gorî min) Berxê çavreş: vîdyoyê veke De lêxin: vîdyoyê veke |
|
17.07.2023 22:30 ~22:50 |
pêşewa
|