Tirşik - Profîl
tirşik-profîla blabla

profîla "blabla"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [trenda belavkirina stranên qaşo-kurdî] de;

1. rewşekî nû ya ku ew çendek in bala min dikşîne. mixabin vîdyoyek wisa heye ku hemû we dizanin. "batmanlî petrolcî ne, urfalî îsotçî ne, filancîhlî kaçaxçî ne, anteplî nizanimçikcî ne..". bi aqlê xwe lê binêrin. wa tenêka tişta ku kurdî ye ew peyva "ne" ye. ew ji aliyê nêzikê hemû temaşekerên xwe yê kurd, wek kurdî tê dîtin. herwiha vîdyoyên wek vê jî hene. formul eva ye: peyvên tirkî + daçek-maçekên kurdî.

ew gelek xeternak e. bi awayan wisa ye. yekemîn nîşan dide ku, di nav nifşa nû de ciwanên ku haya wan bi kurdbûnê re heye jî, kurdiyê ew qas hindik dizanin ku vîdyoyek wisa ji wana qet aciz nake. yê dûyemîn, plana paşîn a polîtîk xûya dike. dûjmina ku bi kêmkirina axaftina kurdî re jî têr nabe, îcar jî dest avêtiye zimana ew kurdîaxêvên hindik. dixwaze reseniya ziman û netewa me lawaz bike.



12.03.2024 02:04 ~02:05 | blabla