Tirşik - Profîl
tirşik-profîla evcebarê pirê

profîla "evcebarê pirê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wekheviya zayendî] de;

5. bêguman Zordestî heye ne wekhevî. Lê em dizanin ku ev ne tiştekê nû ye. Sedan salan e wiha ye. Li ser vê, gotineke pêşîya gelek vekirî (rûreşeşiyê dide pêş) eşkere dike: “jin dara şkestîye.” Ev gotina pêşîya, li ser hîmên bawerîya pakî-napakî, rindî-nerindîyê ava dibe, nepakî û nerindîyê protesto dike. Di malê de kesa herî xebatkar bêgûman kebanî ye.

Civatê dîtîye ku, dîsa jî ew ji gelek tiştan bêpar e û ev yeka wek neheqîke mezin dîtîye, rexne kirîye:

kebanî timê bêpar e.

kebanîya melûn e, ya mehrûm e.

jin dara şkestîye.

Ev gotinên pêşîya jî nîşanî me didin ku, civatê zordestî û neheqîya li jinan dibe, timê anîye ziman û ev newekhevîya li ber çavên civatê nerevîye, dest daye li ser vê rewşa xirab. Dema em çend gotinên pêşîya berçav dikin, em dibînin ku civatê timê wekhevîya jin-mêran li ser her tiştî re girtîye û qet ne be ev wekhevîya bi gotin be jî, hêvî kirîye:

dê tev bavê cote bask e.

Şêr şêr e, çijin çi mêr e.

jin dîwarê hundir e, mêr dîwarê derva ye.

jin, mêr takî ne.

Êdî Gotina şêr, şêr e, çi jin çi mêr e, jixwe bûye nîşana wekhevîya jin û mêran, dema gilî tê ser jinan, bêguman cara pêşîn ev gotina tê bîra mirovan, di nav Kurdan de gelek belav bûye, gotineke herî populer e.



28.06.2022 22:52 ~2022.06.29 00:43 | evcebarê pirê