Tirşik - Profîl
tirşik-profîla evcebarê pirê

profîla "evcebarê pirê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di stranên kurdî de erotîzm] de;

1. Dema mirov naveroka stranên Kurdî raçav dike, mirov dibîne ku tama evînê, tameke herî xurt e. Di nav vê tema evînê de jî, motîfa memikên jinan bêguman cîhekî bi taybetî pêk tîne. Tu beşeke bedena jinê wek memikan motîveke xurt û rengîn nîne. Çend stranan de em rastî motîfa lêvan jî tên, lê belê lêv wek
memikan ewqas ne balkêş in, di planeke duwemîn de dimînin û gelek caran bi peyva ramûsanê ve dikevine zikê hev, gazî hev dikin. Hejmara van stranên ku li ser memikan şax vedane, di zargotina Kurdî de digihêje dereceke bilind. Kêm-zêde her straneke Kurdî ya ku li ser evînê-vîyanê hatîye gotin, tê de qala memikan tê kirin. Ev gotinên binî jî yen, yek ji wan stranan ne

Ha Wer Delal

Emîno kuro, tu şevkê
Were mala bavê min mêvanî,
Tu were tewafa cotê memikê mi zerîyê,
Ji ter repir xweştir e, ji axatîya Remanîyê.





Ev strana kewê ribat jî pir xweşa min diçe



05.06.2022 15:06 ~15:09 | evcebarê pirê