Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mars] de;

21. Dê demek di ne nêz de bibe mêtingeha cîhaniyan, xeyalên di vê mijarê de mirovî kelecan dikin birastî, yanî dê mirov çawa di navber her du gerstêrkan de biçin û bên ev yek jî tenê serê xwe qadeke xeyal kirinê ye. Lê eger di vê fikrê( mêtingeh kirinê) de mirovahî serketî bibe dê pir baş bibe ji bo mirovahiyê jiberku êdî gerstêrka me têra me nake barê wê pir giran e. Hêj eger ji destê me bê divê em derkevin derveyî galaksiya Kadizê jî ew jî dê têra me neke. Û divê em Kurd xwe jêhatî bikin, divêt pêşîyê em xwe bigihînin gerstêrk û galaksiyên din her kîjan şaristaniya cîhanê vê yekê pêk bîne ew dê bibe şaristaniya dahatûyê, belkû ev tişt ji me Kurdan dûr be lê divê em ji bîr nekin tişta ne pêkan tuneye. Hemû kes dikare hemû tiştî bike. Lê divê pêşîyê em li cîhanê şaristaniya xwe ava bikin, rê dûr e gelî teng e lê pêkan e. **



21.10.2022 01:28 ~01:31 | bayê xerbî