Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hişê çêkirî] de;

4. Bawer im dê barê mirovan gelek gelek siviktir bike, dê dema karan kurt bike lê bawer li gel xwe dê bêxîretiya hişê mirovî jî bîne çimkî karê ku divê mejiyê mirov bike dê ji hişê çêkirî re bimîne û ji ber vê jî dê mirov aliyê hizirîn û fikirînê de tiral bibin.

Tiştekî wisa ye ku di her warê jiyanê de dikare were bikaranîn. Wan rojên hanê min nivîsek li ser mijara drone'an xwend, mijar jî ev bû; dê karbidestiya zindî kuştinê ya drone'an-hişê çêkirî- hebe an nebe, yanî dê drone bêyî destûr xwestinê bikare teqeyê li hedefa xwe ya zindî bike an pêşiyê dê ji operatorê xwe re bêje, piştî destûra operatorî bavêje hedefa xwe.

Mijareke gelek seyr bû, bawer im ev munaqeşe girêdayî wê munaqeşeya şerê robot û mirovan e. Lê ji bo tişteke wisa hêj gelek dem divêt, di axirê de ev makîne nizanin enerjiya xwe, bi xwe peyda bikin, nizanin xwe çêkin/temîr bikin. Gelek aqil in lê bi aqilê mirovan.

Wekî din di warê bername çêkeriyê de jî sîstemeke gelek xweş e. Bawer im dikare xwe bi xwe kodan binivîse . Û hêvî dikim xêrê li miletê me jî bike, miletê me di vî warî de dereg nemîne, wekî ku gelek tiştan da derengî dibe.



19 roj berê 18:45 ~18:44 | bayê xerbî