Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dersa kurdî hilbijêre!] de;

4. Hezkurd li ser vê gelek xebatên xweş dike, him di warê torên civakî him jî di kolanan de dixebitin. Lê tevî xebatên hezkurd û sazîyên din û kesan dîsa jî bala li ser zimanê kurdî kêm e. Kurd bi milyonan in lê zarokên kurd yên ku waneya kurdî ya bijartî didîtin derdora bîst hezaran bû( sala borî) yanî di navbera van her du jimareyan de bi qasî çiyayên Zagrosê û girên biçûk ên li gundê me ferq heye. Di Dema pêvajoya çareseriyê de qasî heştê hezar xwendekaran ev waneya bijartî hilbijart ev jimare jî têrker nîn e mixabin. Em hertim gilî û gazincan dikin, dibêjin:" wey nizanim zimanê me qedexe kirin, sûcê me tuneye. ma dersa kurdî hebû me nexwend?"Û hwd. Lê divêt em li xwe binêrin, gava me li xwe nêrî emê bibînin ku alîyê herî zêde sûcdar em in. Yanî wekî ku her demê dibêjim miletê me di gelek mijaran de tiştên bêaqilane û xemsarîyek mezin dike, ev mijara jî ji wan mijaran e. hêvî dikim di demek herî nêzîk de em parîyek hişê, ji xwe re peyda bikin wek milet û ji vê rewşa reş rizgar bibin. Û hêvîdarim îsal zarokên ku tevlî waneya zimanê Kurdî dibin dê zêdetir bin(hêvîya min pênç sed hezar e.). Ya bi xêr..



15.01.2023 01:50 | bayê xerbî