Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pira şaxê] de;

2. Navê wê pira şaxê nîn e, jê re dibêjin pira Xulkanê. Tê texmîn kirin ku di sedsala 17yan de hatiye avakirin lê di derbarê avakarên wê de agahî gelek kêm in bi tenê çend agahî hene ku dibêjin Osmanîyan çêkiriye. Wekî din di sala 1988'ê da hatiye çakkirin.
Û bi texmîna min, bi ihtimaleke mezin bi destê mîrtîya Hekariyê ve hatiye avakirin, çimkî di wan deman de îdareya Osmanîyan rasterast navçeya şaxê bi rêve nedibir, mîrektiya hekarê li vê qadê xwedî desthilat bû. Bi ihtimaleke dîtir belkû jî bi destê mesîhîyên deverê hatibe avakirin çimkî nêzîkî pirê kavilê dêreke dîrokî cih digire jixwe li mintiqa me çi qas aş hebin ji mesîhîyan mane, ji ber wê dibêjim belkû wan avakiribe. Di karê avakariyê de jêhatî bûn.
Di encamê de em dikarin bêjin; mîradeke dîrokî ye û gelek qedr giran e. Divê li ser tevahiya avayên wiha berhemên nasandinê werin nivisîn. Em wekî her tiştî mîrata xwe ya dîrokî jî îhmal dikin, mixabinî ve.



20 roj berê 20:48 ~20:50 | bayê xerbî