Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meşîn] de;

4. Nizanim gava Kurdî standard dikirin çima peyvên xwecihî ne xistin di nav standardê de li ba me peyva meşiyan tuneye, em dibêjin rêveçon( rêveçûn) bi ya min ev gelek guncav e. Yanî bi tundî dijberê bikaranîna peyvên biyanî nîn im lê qe nebe divê li gel peyvên biyanî peyvên resen jî bên bikaranîn. Gava diçim li ferhengan dinêrim koka peyvan dibînim moralê min xerab dibe û taybetî jî ji bo peyvên erebî bê keyf dibim jixwe mêrikan bi çanda xwe pişta çanda me şikênandine ma çi hewceye em jî di vê dema nûjen da bêyî ku sedem hebe vê pêvajoya bişivînê bidomînin.! Wê rojê jî min yek dît li ser tiwîtterê alfabeya tîpên aramî anî bû digot alfabeya me eve û bi serhişkî israr dikir digot divê em vê bikarbînin. Yanî çi bêjim êdî nayê hişê min. "Çêlek mirar bûye pisîkê gotiye ka para min li ku ye?" Mewzûya me jî eve.



21.10.2022 21:37 | bayê xerbî