Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo şafiiyan helalbûna xwarina goştê roviyan] de;

2. Tê bîra min dema hêj ez zarok xaloyek hebû li gundê me, Xal Mîrza, rojekê hat birayê min û çend gencên gundî bi xwe re birin nêçîra roviyan û digotin emê bixwin ji bo min tiştekî pirr ecêb bû min fam nedikir dê çawa bixwin, min ji diya xwe pirs kir min got tiştek wisa heye? Wê got; gorî bihîstina min lingê çepê( an jî yê rastê baş nayê bîra min) tê xwarin. Werhasil birayê min hat, min jê pirs kir we xwar? Got; erê. Min got çêja goştê rovî çewa bû? Got; wekî qurederê bû. Ya min jî ev meseleye. Lê bawer dikim ew hewesa goştê rovî xwarin a Xal Mîrza ne ji ber şîfayê bû jiber daxwaza goşt( tenê goşt, hema goşt) xwarinê bû.:dddd



04.11.2022 00:17 ~04:04 | bayê xerbî