Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştê ku mirovan bi jiyanê girê dide] de;

1. Dema ku diçûm dibistana navîn waneya me ya dîzayn û teknolojî hebû di wê waneyê de me bi kartonan tişt-mişt çêdikirin, min jî malek çêkir û di nava hewşa wê da nivîsek nivîsî, nivîsê digot "eger derekê evîn tune be hêvî tuneye" piştî wê demê li ser peyva hêvî gelek sekinîm jixwe jiyanê gelek deran û deman ev peyv bi hezar caran nîşanî min da û tu caran ji bîra min neçû. Peyva evînê ewqas di bîra min de nema dibêjim qey ji ber temenê min bû. Lê jixwe bi ya min evîn jî beşek, parçeyek hêvîyê ye gava evîn hebe hêvî çêdibe. Yanî dixwazim bêjim encama li ser vê peyvê sekînînê ew e ku ji bo jiyanê hêvî gełek gelek girîng e her jêder û çavkaniya hêviyê çibe jî ( yanî dibe ku ev hêvî xwe ji bawerîya, hevala, evînê, hezkirinê, li bendê bûnê xwedî bike û hwd.) mirovan girê dide jiyanê, te ji tirsa rastbûna mirinê diparêze heta ku ew mirina xofek mezin dide dilê mirovan têt û te dibe tunebûna mezin ( gorî gelek kesan ev wiha nîn e.) Axir bersiv bi min "hêvî"ye.



29.12.2022 03:48 ~03:53 | bayê xerbî