Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e??] de;

1. Ev pirs ji bo Kurdên ji xeynî Soranî ye, bi fikra min ji xeynî Soranan ti grûbên kurd li mala xwe di warê çand û zimanî da serdest û serwer nîn in, yanî dema kesên nekurd ji der ve tên kurdên berbehs li gor ziman û çanda wan tev digerin û tişta ji vê yekê kambaxtir jî ew e ku; hewes û hewildaneke van kurdên berbehs heye ku wekî van kesê biyanî lê bên. Her wiha eve hemû têra nakin, ev kurdên berbehs bûne self-asîmîlasyonîst,kurdên dîtir ji Kurdbûnê derdixin bi israr li gel kurdên kurd bi zimanên biyanî diaxivin. Pirs ew e; dê ev çawa bêne sererastkirin?? Dê çawa werin ser rêya rast? Bêyî hebûna serweriya rêveberiya kurdî ev dê pêkan be?? Bêyî çendeke serwer rêvebiriyeke siyasî pêkan e? Ev her du pirsên dawîn navhev da ne. Nizanim ez ji nav meselê derneket im belkû hûn safî bikin.



10.12.2023 20:25 ~20:26 | bayê xerbî