Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wergerên google translate ji kurdî bo tirkî] de;

2. Berê min digot; ez xelet dinivîsim, li gor xalebendên rêzimanî nanivîsim ji ber wê xelet werdigerîne lê ne wisa ye her çend dirist û li gorî qayîdeyên rêzimanî binivîsî jî dîsa xelet werdigerîne çimkî heçîyên sîstema wergerê çêkirî, kesên ji hev cuda ne û girêdayî ferhengekî an jî jêderekê nemane, ji jêder û ferhengên ji hev cuda feyz girtine ji ber wê ev cudahî derdikevin holê. Wekî din jî ez dijûnan dinivîsim tiştek din derdikeve. Di zimanên dîtir de ne wisa ye,her çi binivîsî derdikeve. Mixabinî ve di warê teknolojîyê de, em zimanê xwe ihmal dikin.
Bo mînak Filistînî çend milyonek in lê emojîya ala wan heye, Katalan jî qasî çaryêka me nîn in lê zimanê wan li her sepan û bernameyê de cihê xwe girtiye lê dema vedigerî û me dinêrî, em hê jî wekî evdalan li ser motoreke wergerê, ku gelek lewaz e, diaixivin.

Ji bo nifşên nû teknolojî gelek muhîm e, eger kurdî di wir da xurt be belkû, bi ihtimaleke biçûk bala van nifşên nû kêşa ser xwe û zarokê fêrî kurdî bûn.

Em gelek in lê mixabinî ve ne wekî gelekê ne.



12.04.2024 22:56 ~22:58 | bayê xerbî