Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çîrokên tirsnak ên kurdî] de;

1. Ev çîrok piranî gotinkî ne, hatibin nivîsîn jî heta niha lê rast nehatim.
Berê dema em ranedizan ji me re digot in;
kapûs(k û p nerm in) were we, razên. Bi şevê li dor malan digere, çi zarokên şiyar hebin ji xwe re dibe, di menceleke mezin da dikelîne û dixwe. Bejna wî gelek bilind e û gewda jî gelek sitûr e, ti kes nikare wî.

Û pîrika mirovxwer jî heye tê zarokan ji xwe re dibe, maleke wê heye gelek dûr e, eger we birevîne tu kes nikare we ji destê wê xilas bike. Mirovan dixapîne, şeklê wê yên cuda cuda hene ji bo ku mirov jê netirse xwe wekî mirovên baş lê dike lê di rastiya xwe da gelek kirêt û xwaro maro ye. Eger mirovan carekê bixapîne êdî ji destê wê xilasî tuneye. Ji ber wê jî li gel mirovên biyanî xeber nedin, belkû ew mirov pîrika mirovxwer bin.

(bnr: amojkarî çi ye, çi nîn e?)
(bnr: zarok çawa nayên şîretkirin)



23 roj berê 22:04 ~22:07 | bayê xerbî