Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kolaya zer] de;

7. Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya Nazî da destpêkirin û kargehên Coca Colayê hatine girtin û hilberîna wê sekinî, fantayê(Colaya zer)cihê wê girt lê piştî şer qediya Coca Colayê doz li ser kompaniya Fantayê kir û hemû mefên wê jê standin, piştî hingî bû berhemeke Emerîkayê.
Niha jî gelek kurd jê re dibêjin kolaya zer û piranî di hişê mirovan da bi avakarên(înşaatçî) kurd ve hatiye eleqedar kirin. Eger li ortamê da ya reş hebe hukmê xwe ji dest dide.
Li gor rîwayetan Cihûyên Emerîkî xwediyê wê û Coca Colayê ne ji ber wê Filîstînperest hinek caran kolanan bi wan av didin û bawer dikin ku ev bertek dê dawiyê li Îsraîlê bîne.



14 roj berê 00:57 ~01:08 | bayê xerbî