Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bakur.nekure1

profîla "bakur.nekure1"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên ku ji dengên xwezayî pêk hatine] de;

1. (bnr: kûçik)bi dengê "kûçû , kûçû" tê gazî kirin û bi Kurdî kûçik tê gotin.

Herwiha Zaza jî (bnr: kûtik) dibêjin û kûçik bi "kûût kûût" ve jî tê gazî kirin.

Em ji (bnr: pisîk) re "pîsî pîsî" û "pîşî pîşî" dibêjin , û peyvê pisîk û pişîk jî tê bikaranîn.

Mirîşk û cûcikên wê weke " cû cû " tên gazî kirin. Û ji cûcik re jî cûcik tê gotin. Herwiha kurdên reşwan ji bo mirîşkê (bi zazakî : kerg) "çûçik" dibêjin.

Li gorî min ew bi tenê ji bo heywanên kedî û peyvên ku dawîya wî bi "-ik" ve xilas dibe wisa/wilo/wiha ye.



22.12.2022 01:06 ~01:08 | bakur.nekure1