Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bakur.nekure1

profîla "bakur.nekure1"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengdar û dengdêr] de;

1. Ji aliyê (bnr: celadet alî bedirxan) ve hatiye navandin. Bêguman Bedirxan ji bo zimanê kurdî pir xebatên xweş çêkiriye. Lêbelê mîna her mirovekî kêmasî û şaşiya wî hebûye. Ew yek jî ji wan e.

Dengdar û dengdêr , birastî di zimanê kurdî de paşbendek bi navê "dêr" nîne. Kesê ku dibêje "na, heye" bila ji berhemên klasîkên bi kurdî (Xanî , Cizîrî hwd.) îspat bike.

Li gorî min divê dudeng û yekdeng bibe.

Dudeng ew in : B , C , Ç , D , F , G û hwd.

Yekdeng ew in : A , E , Ê , Î û hwd.

Ji ber ku tîpên dudeng bi tenê nayê bi lêv kirin , divê paşîya wî yekdengek bê. Dema ku em dixwazin B bibêjin , divê mirov yekdengek bikarbîne. BE , BI û hwd. Ji ber vê yekê divê wisa bê navandin.

Ji bo Tîpên yekdeng ne hewceye ku dengekî dîsa bikarbînin. Em dikarin bêyî tîpekî din A , E û tîpên yekdeng bibêjin.

Bi tirkî bêdeng (sessiz) û bideng(sesli) tê bikaranîn. Lêbelê ew jî şaş e. Ji ber ku tipên dudeng ne bêdeng in , tenê hewceye ku tu tîpekî yekdeng bikarbînî.

Bi kurtasî dengdar û dengdêr (li gorî nêrina min) navandinekî şaş e.



23.12.2022 20:55 ~21:27 | bakur.nekure1