Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bakur.nekure1

profîla "bakur.nekure1"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ziya gökalp] de;

2. Li ser gramera kurdî bi Omer Avnî re xebitiye lê paşê van nivîsan şewitandiye. Gramer nivîsin tê wateya baş zanîna zimên. Omer Avnî Efendî piştre dîsa li ser gramerê bi tenê dixebite û bi navê "Kavaid-i Lisan-i Kurdi" berhemê xwe çap dike.

Nexwe , Gokalp kurdî dizanibû. Bi hin kesan diya wî kurd bû. Ji ber ku pirtûkeke bi navê "Kürd Aşiretleri Üzerine Sosyolojik Tehkikler" nivisandiye. Di vê pidtûkê de ji Ehmedê Xanî jêgirtinan (alıntı) dike. Ew tê van wateyên ku 1- Kurdî dizanibû 2- Kurdan baş dinasibû 2- Ehmedê Xanî xwendibû.

Ku eger Ehmedê Xanî xwendibe divê ji fikrên wî jî bandor girtibûye. Îhtimalekî din jî heye ku belkî Kurdperwer bûye. Lê piştre tirkperwerî kiriye pirtûkên wekî "Kızıl Elma" (Sêva Sor) nivîsandiye. Bi min di jiyana xwe de pevçûna nasname (kimlik çatışması) jiyaye. Pirtûk şewitandin delîlê vê yekê ye û hem jî delilê piskopatî ye.

Lewra jî em ji kurdan re dibêjin bi biyaniyan re nezewicin , ji ber ku gava kurd bi biyaniyan dizewicin (bi taybetî bi tirk û ereb û farisan re) zarokên wan pevçûna nasnameyê dijîn (kimlik çatışması) û piştre jî nasnameyê serek (üst kimlik) hildibijêrin.



17.02.2023 19:11 ~19:16 | bakur.nekure1