Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirsik.net li ser wîkîpediyaya tirkî] de;

1. Min bi xwe gotarek nivîsand. Amar, armanc, ev û ew, min her tişt nivîsand.
Tirkan digotin ev mesele nepêwist e û girtin.
wê demê gotara ekşi sözlük jê bike?

Ji min bawer bikin, wan ew jêbirin ji ber ku gotar jêrîn dibêje:

"Armanca tirşikê çi ye?
Armanc ne yek e. Gelek armancên tirşikê hene. Tu dikarî vê mijarê bixwînî: Armancên Tirşikê Em dikarin hinek ji van armancan, wisa rêz bikin; 1- Di înternetê de çêkirina malperek xwerû kurdî 2- Bûna sedem ku kurd li ser înternetê bi hev re kurdî binivîsîin û danûstandinê bikin. 3- Da ku kurd nêrînên xwe bi hev re bişêwirin, hev rexne bikin û dawiyê de yekitiya xwe pêk bînin. 4- Da ku li ser înternetê arşîvek wisa çêbe ku mirov çi bixwaze, tê de derbarê wê de agahî, şîrove û rexneyên kurdî hebe. Yanî ansîklopediyek kurdî û zindî ava bibe û piştî salan zarokên me bikarin sûdê jê wergirin. 5- Da ku zimanê kurdî ya nivîskî û ya rojane/axaftinê nêzikî hev bibin û standartîzasyona zimên xweştir bibe. 6- Da ku gotinên pêşiyan, çîrok, stran, mamik û hwd. kurdî wenda nebin û li cihekê werin tomarkirin û parastin. 7- Afirandina peyv û bêjeyên nû: peyv û gotinên ku tirşikê derxistine 8- Parvekirina tecrûbe û agahiyan. 9 û hwd..."

Min ev wergerand Tirkî. Kurd û Tirk nikarin bibin bira hevalno.



05.03.2023 10:49 ~10:54 | horhorik