Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwekujî] de;

15. Întihar di navbera jin û mêran de ji aliye sedem, rêbaz, armanc û encamê (bi mirinê dawî bûn) ve cuda dibe. Werin em bi hevdû re binêrin ka mesele çi ye?
A) Sedem
Jin: Zêdetir ji ber sedemên psîkîyatrîk wek bulimia nervosa, anorexia nervosa, major depressive disorder, xerabiya bîpolar, pevçûna bi dergistî an jî hevjînê xwe re...
Mêr: axlebî ji ber sedemên aborî wek betalî, winda kirina pere an jî mal, emekdarî..
B) rêbaz
Jin: bi rêya dermanan întihar bêtir e
Mêr: xwe dalekandin, bi çekê xwe kuştin bêtir e
C) armanc
Jin: ji ber ku alîkariyê digerin û dixwazin ku derdora xwe ya civakî biguherînin. Bi gotineke din armanca sereke ew e ku ji mirinê bêtir dayîna peyamekê ye.
Mêr: ji ber ku bi rastî dixwazin xwe bikujin, bimirin. Mêr û piştî întîharê nemire!
D) encam
Jin: sed întiharan bêje sî heb ji aliyê jinan ve tê kirin. Ev întiharên tên kirin %2-4 bi mirinê dawî dibin.
Mêr: sed întiharan heftê û pênc ji aliyê mêran ve tê kirin. Ev întiharên tên kirin %6-8 bi mirinê dawî dibin.

Bi kurtasî mirov dikare bibêje
Mêr heya dawîyê ber xwe didin lê dema biryara xwekuştinê didin ji bo bimirin bi rêbazên kujer întihar dikin.



26.01.2024 11:26 | çaya germ