Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi kurtasî jiyan çi ye] de;

17. Filankes li ber rehma xwedê bû. Xelk û alem wî nas dikirin. Ji ber ku ev kes yekî zana bû. Ên ku pê dihisiyan ew ber bi mirinê ve diçe dihatine cem filankes. Dixwestin Berî filankeso bimire jê sûd bigirin. Tewşo jî ji wan kesan bû ku hatibû serlêdana filankeso. Piştî silav dayînê tewşo pirsa ku her dem di serê wî de bû anî ziman.
Ka filankeso bibêje bi kurtasî jiyan çi ye?
Li gor tewşo jiyan tewşomewşo bû zatenî lê dixwest fikra yekî zana jî bibihîze. Filankeso hinek fikirî û got;
Çoleke germ bifikire tenê darek tê de heye û darê sîya xwe daye dora xwe. Her wiha Yekî li hespê siwar bûye bifikire. Ew kes bi lezekê di bin vê sîyê re diçe. Ha jiyan wek vê kêlîyê ye yanê zehf kin e. Lê çiqas kin be ewqas xweş e jî.
Tewşo keherî û got;
Erê yabo erê. Berde binê te erd e. Jiyan her deverê çolê ye û mirov çiqas bi hespê xwe li devereke xweştir bigere jî tenê dikare kêlîyekê bigihîje armanca xwe. Yanê jiyan dûvdirêj e lê kêlîyên xweş kêm in û zû dibihûrin.

Vêca ez bixwe alîgirê tewşo me.



03.02.2024 12:10 | çaya germ