Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nexweşiya behçetî] de;

1. Nexweşiya behçetî an jî sendroma behçetî nexweşiyeke demaran digire ye (vaskulît) ku bi vî awayî dikare tesîra xwe li ser hemû sîstem an jî organan nîşan bide. Ji aliyê bijîşkekî tirk hulusî behçet ve hatiye pênase kirin. Her çiqas dikaribe li hemû deverên laş bibe sedema lezyonan jî zêdetirîn xwe li hundiriyê dev, devera genîtal û çav digire. Ji bo ku kesek wek nexweşê behçetê were qebûlkirin divabe ev krîter lê peyde bibin:

Bi kesekî re ligel ulserên oral(ev ulser her ku baş dibin xwe dubare dikin) krîtereke li jerê jî hebe ew kes nexweşê behçetê ye.
- ulserên devera genîtal
‐ lezyonên okuler (uveît)

Bi kesekî re ligel ulserên oral(ev ulser her ku baş dibin xwe dubare dikin) du krîterên li jerê jî hebin ew kes nexweşê behçetê ye
- lezyonên çerm (folîkulît, erîtema nodozum hwd.)
- pozîtîfîya testa paterjîyê
- semptomên vaskuler (tromboz, anevrizma, okluzyon hwd.)
- semptomên norolojîk

Tedawîya wê semptomatîk e. Yanê kîjan sîstem an jî organ bibe sedema acizîyê li gor wê derman tên diyar kirin. Ji xeynî tedavîya semptomatîk bi gelamperî kolşisîn, kortîkosteroîd û metotreksat tên bi kar anîn.



28.01.2024 21:32 ~2024.01.29 10:25 | çaya germ