Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelaya mezin ya îrlandayê] de;

1. Xelaya ku sedema wê cureyeke fungusê (phytophthora infestans) ye. Di navbera salên 1845 û 1852an de wê fûngûsê kiriye ku li girava îrlandayê kartol nemînin. Wê fûngûsê Çawa xwe li kartolan girtiye kiriye ku ew kartol ji nişka ve xirab bibin.

Wî çaxî îrlanda ji hêla îngilîstanê ve hatibû dagirkirin û xaka wê ya bi qedr û qîmet ketibû destê dewlemendên îngîlîsttanê. Ji niştecihên îrlandayê re tenê xaka pûç û vala mabû. Di wê xakê de hema bêjin tenê kartol şîn dihatin. Wan jî debara xwe bi vî awayî dikirin. Yanê bi kartolan.

Piştî ku fûngûsê li îrlandayê xist gel hewceyî zad û xwarina rojane bû. Lê îngilîstanê nedihişt zad û berhemên bingehîn bigihîjin îrlandayê. Ligel vê yekê îngilîstanê nedihişt welatên din alikariyê li îrlandayê bikin. Wek encam gelê wê derê ket nav tengasiyeke mezin. Milet gezek nan nedidît da ku birçîbûna xwe piçekî jibîr bike.

Piştî wan bûyeran gel berê xwe da rêya koçê. Bi deh hezaran kesan ji ser kanadayê koçî emrîkayê kirin. Di wan rêyan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan wekî penaberên vî çaxî.



25.03.2024 00:27 | çaya germ