1. Bi bandora serma û stresa emosionalî Reng guherîn, tevizîn, êş û girîzoka di tiliyên dest û lingan de xwe dide der e.
Herwiha sedemên mîna hîpotermî, stres, skleroderma, lupusê dike ku ihtimala wê bilind bike.
Di arterîolan de spazm çêdibe û xwîn naherike vê deverê. Kêmasiya xwînê çermê vê deverê( tiliyan) spî-zer dike. Dûre ev kêmasî mîna sîyanoza perîferîk çermê vê deverê bi rengekî mor radipêçe. Axirê spazm ji hole radibe û xwîn ji nû ve vedigere vê deverê û çerm sor dike. Wexta ku xwîn vedigere ev der diêşe, ditevize, girîzok jê diçe.
Ev hemû 5 deqeyan de dikare biqewime an dikare saetekê de biqewime. Bo her nexweşî ji hev cuda ye.
Bo tedawiya wê beta-bloker, calcium channel blocker minasib in. Ev Derman semptoman neqedînin an nesekinînin sempatektomî ê were kirin.
Ligel nexweşiyeke dinê hebe wek fenomena raynaudî tê binavkirin.
Bingeha wê ne nexweşiyêke dinê be wek nexweşiya raynaudî tê binavkirin.
Herdû bi hev re sendroma raynaudî pêk tînin.
|