Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsnîşan] de;

2. Xalbebenda bi vê ''?'' Sîmgeyê tê nîşankirin.



1.Bi teybetî di Kurdî de ev xalbend girîng e. Ji bo ku gelek caran pirs bi kirpandinê pêk tê, pirsnîşan rengê rengê pirsê didê hevokê.



Mînak : te li bazarê sîrike firoşt vêga?

Tu hatî?



2. Di nav kevanekê de şik û gumane îfafe dike.



Mînak : peyamên yoda , di derheqê xalbendî de meriv hişmiraz (?) dike.



3. Di agahiyên neteqez de pirsnîşan tê dayîn.



Mînak: ehmedè xanî (1651-1707? ) nûbihara biçûk bivîsand.



4. Di hevokên hevdûdanî de pirsnîşan piştî hevoka dawîn tè dayîn.



Mînak : çawa te zanînges stand, ka ji me re jî bêje?



29.03.2016 04:20 | gumgumok