Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [etarok] de;

2. 'Atar ,mirovê ku berî dikan,market werin gundan, li gundan digerîyan û tişt difirotin. Hûremûrk difirotin zarok, jin, mêr, pîr û canan. Dema atarek dihate gund jin û zarokan xwe li dora wî lev didane hev. Şe, ristik, sabûn, ta, şekal, cil, gore, aynik(neynik), cilêt , derzî, şûjin, çilorîk, desmal, yazme, lepik, qajik, benîşt, kêr, misîn, qotîk, qetremîzk, silehî, xarûfk. Çaydank, ... difirotin. Carcaran jî bi qewêtiyan 'atarî tanîn.



Xusûsî zarok û keçên ciwan bi hatina ataran dilxweş dibûn.



29.03.2016 13:28 | gumgumok